Hat îdîakirin ku serok û hin rêvebirên Rêxistina Parêzgeha Amedê ya MHP’ê ya ku ji alîyê Navenda Giştî ya MHP’ê ve bi biryareke ji nişka ve hat girtin, hatin binçavkirin.
Hat îdîakirin ku serok û hin rêvebirên Rêxistina Parêzgeha Amedê ya MHP’ê ya ku ji alîyê Navenda Giştî ya MHP’ê ve bi biryareke ji nişka ve hat girtin, hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya Rojnameya Tîgrîsê; Bi biryara Serdozgerîya Komarê ya Amedê di operasyona ku nîvê şevê hat lidarxistin de Serokê Parêzgeha MHP’ê Cîhan Kayaalp ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin û hin endamên lîjneya rêvebirîyê hatin binçavkirin. Hat dîyarkirin ku serokê Parêzgehê Kayaalp û endamên lîjneya rêveberîyê yên ku birin midûrîyeta polîsan, karen wan ên edlî berdewam dike. Hate hînbûn ku sedema binçavkirinê ji ber îdîayên weke "neqanûnî" û "di îhaleyan de komplo" hatiye kirin. Li alîyê din hat dîyarkirin ku li ser hin endamên lîjneyê lêgerîn tên kirin.