Li Riha û Semsûrê ji bo kar îlan hat dayîn. Zêdetirê 82 hezar kesan serî li îlana kar dan.
Li gor nûçeya Mûstafa Bildircin ê ji rojnameya Bîrgunê; Wezareta Tenduristîyê li Semsûrê ji bo paqijîyê 41 û ji bo wezîfedarkirina ewlehîyê jî îlana 26 karkeran ragihand. 18 hezar û 552 kesan serî li îlana kar dan. Hat ragihandin ku ji serlêdanan 3 hezar û 949 mezûnên zanîngehê ne. Her wiha li Rihayê jî, ji bo paqijî û ewlehîyê pêwistîya 189 karkeran îlan hat dayîn û bi tevlê 6 hezar û 351 mezûnên zanîngehê, 54 hezar û 301 kesan serî li îlana kar dan e.