Partiya Kedê ya pêkhateya tifaka Ked û Azadiyê, biryar da ku ji lîsteyên Partiya Pêşerojê ya Kesk û Çep têkevin hilbijartinê.
Partiya Kedê ya pêkhateya tifaka Ked û Azadiyê, biryar da ku ji lîsteyên Partiya Pêşerojê ya Kesk û Çep têkevin hilbijartinê.
EMEP'ê ya ku berî niha gotibûn ku em ê bi amblem û lîsteya xwe têkevin hilbijartinê, derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, “Herî dawî partiya me; Bi berçavgirtina şert û mercên siyasî û pêwîstiyên têkoşîna gelê me ya ji bo daxwazên xwe, ji bo pêşeroj, geşepêdan û xurtkirina Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo temsîliyeta hêzên piştgirê ked, aştî û demokrasiyê ya di Parlamentoyê de, me biryar da ku em ê namzedên xwe ji lîsteyên Partiya Kesk û Çep nîşan bidin û beşdarê hilbijartinan bibin.”