Li Amedê, şewata ku di otelekê de derket hat tefandin.
Li Amedê, şewata ku di otelekê de derket hat tefandin.
Li navçeya Kayapinara Amedê di qata 5emîn a oteleke 13 qatî de, ji ber sedemeke hêj nayê zanîn şewat derket.
Piştê ku rayedarên otelê rewş ragihandin, ekîbên agirtef û polês sewqê herêmê bûn.
Di encama şewata ku bi midaxeleya agirtefê hat vemirandin de xisar li odeya otêlê pêk hat. Sedema şewatê tê lêkolînkirin.