Prof. Dr. Gorûr, "dibe ku li vê herêmê hin qadên bi enerjî guherî be û enerjîyek bar bûbe. Divê ev mijar neyê paşguhkirin."
Zanyarê Erdê Prof. Dr. Nacî Gorûr piştê erdhêja bi lerza 4,1 ya navçeya Geverê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxandinan kir.
Prof. Dr. Gorûr di parvekirina xwe da wiha got: "Li Colemêrg-Çalê Kayalikê bi lerza 4,1ê erdhêj çêbû. Erdhêj li jora Herêma Bedlîs-Zagrosê ye. Wek ku min berê jî behs kiribû, piştê erdhêjên 6'ê Sibatê dibe ku li vê herêmê hin qadên bi enerjî guherî be û enerjîyek bar bûbe. Divê ev mijar neyê paşguhkirin.”