Ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarîya barana gur hat dayîn.
Ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarîya barana gur hat dayîn.
Li gorê rapora hewayê ya rojane û hefteyî ya Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, tê texmînkirin ku heta dawîya hefteyê li Amedê barana gur bi bandor be.
Hat dîyarkirin ku tê pêşbînîkirin ku îro piştê nîvro li derdora Amed û Rihayê baraneke gur bibare, li Êlih û derdora wê jî bi şev baraneke gur bibare. Her wiha hat ragihandin ku bi şev û danê sibê car caran mij hebe. Hat dîyarkirin ku germahîya hewayê wê di çarçoveya normên demsalî da be û ba jî wê pir sivik be û car caran jî wê bi hêztir be.