Li Bismilê di zevîyeke çandinîyê de şewat derket û zirar da zevîyan.
Li Bismilê di zevîyeke çandinîyê de şewat derket û zirar da zevîyan. Li Taxa Yenîce ya Navçeya Bismilê ya Amedê ji ber sedemeke nedîyar agir bi zevîyeke ku bi qasê 50 donim genim tê çandin derket. Di şewatê de zevîyên çandinîyê zirar dîtin. Şewat ji alîyê gundîyan ve bi alîkarîya traktoran hat kontrolkirin. Di şewata ku di encama hewldanên demdirêj ên gundîyan de hat vemirandin, nêzê 50 donim zevîyên genim ên çandinîyê zirar dîtin.