Serokê Osym’ê Halîs Aygun ji peywirê hate girtin.
Serokê Osym’ê Halîs Aygun ji peywirê hate girtin.
Hat îdia kirin ku di Azmûna Bijartinê ya Personelên Gelemperiyê (KPSS) de hin pirs beriya azmûnê di îmtîhaneka ceribandinê ya Weşanxaneya Yedîîklîmê de hatine weşandin. Navenda Bicihkirin û Bijartina Xwendevanan (OSYM) derbarê îdiayan de daxuyanî da û got ev îdia rast nînin. Piştê bertekên mûhalefetê Serokomar Recep Tayîp Erdoğan ji Lijneya Venêrînê re talîmata lêkolînê da. Gengeşeyên li ser vê îdiayê di rojevê de bertekek mezin çêkir. Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî da hat diyarkirin ku Serokê Navenda Bicihkirin û Bijartinê (OSYM) ji peywirê hate girtin.