Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Edîrneyê girtî ye, derbarê mîtînga Tifaqa Ked û Azadîyê ya do hat lidarxistin daxuyanî da.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Edîrneyê girtî ye, derbarê mîtînga Tifaqa Ked û Azadîyê ya do hat lidarxistin daxuyanî da.
Demîrtaş ku di 2'ê Çileyê de bi parvekirineke xwe dest bi kampanyaya hilbijartinê kir, banga xwe ya ji bo hilbijêran berdewam dike. Demîrtaşê ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da wiha got, “Girîngîya coş û bandora hêza ku di xebatên hilbijartinê û têkoşîna demokrasîyê de çiqas muhîme tevahîya welat li qada Kartalê jê re bûn şahid. Werin em kelecanê zindî bihêlin û mezin bikin. Em ê bi coş bi ser bikevin, em ê dest bidin destê hevdû û bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin!”