Li Amedê mînîbusa rêwîyan ku qeza kir bi kêlekî qelibî û gelek kes birîndar bûn.
Li Amedê mînîbusa rêwîyan ku qeza kir bi kêlekî qelibî û gelek kes birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Amedê û Elezîzê li Taxa Çelîkevlerê ya navçeya Yenîşehîrê pêk hat.
Dema mînîbusa rêwîyan ber bi Erxenîyê ve diçû ajokar kontrola xwe winda kir û bi kêlekî qelibî. Piştê agahdarkirina qezayê ekîbên tenduristîyê û cendirmeyan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin.
14 kesên ku birîndar bûbûn piştê alîkarîyên ewil sewqê nexweşxaneyên bajêr hatin kirin.