Baroya Amedê derbarê destpêka sala nû ya edlî, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da û gelek parêzer beşdarî daxuyanîyê bûn.
Baroya Amedê derbarê destpêka sala nû ya edlî, li ber Edlîyeya Amedê daxuyanî da û gelek parêzer beşdarî daxuyanîyê bûn.
Serokê Baroyê Nahît Eren daxuyanîyê de dîyar kir ku, wan sala borî her çiqas ji darazê daxwaz kirine jî tu pirsgirêk nehatîye çareserkirin û digel vê pirsgirêk zêde bûne. Eren bal kişand ser tadeyên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Em dixwazin bale bikişînin ser nasname û zimanê kurdî ku di demên dawî de bi êrîşan û zimanê nefretê re rû bi rû maye. Ji ber bikaranîna zimanê tundîyê êrîşên nijadperest pêk tên. Em dixwazin bila ev ziman bê terkandin û daraz di van êrişên cihêkarî û nijadperest de erka xwe bîne cih.”