Di konteynira ku karker tê de diman şewat derket. 3 karker jîyana xwe ji dest dan, 1 jê giran 2 kes birîndar bûn.
Di şewata ku li Stenbolê di konteynireke şîrîketeke taybet de derket de 3 karker jîyana xwe ji dest dan.
Li Sultanbeylî ya Stenbolê di konteynira ku karker lê diman, li kêleka kargeha ku madeyên pola yên înşeata çêdike, şewat derket. Di şewatê de 3 kes mirin, 1 jê giran 2 kes birîndarbûn.
Şewat bi midaxaleya tîmên agirtefê hat vemirandin û karkerên birîndar sewqê nexweşxaneyê hatin kirin.
Lêkolîna derbarê sedema şewatê de didome û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.