Hat dîyarkirin ku li Amedê di sed hezar donim zevîyên çandiniyê de ziwayî heye.
Hat dîyarkirin ku li Amedê di sed hezar donim zevîyên çandiniyê de ziwayî heye. Hat ragihandin ku li Amedê ji 5 mîlyon û 300 hezar donim zevîyên çandinîyê, 700 hezar donim ziwayî çêbûye û cotkar li gor ziwabûna par, bi tabloyeke xerabtir re rû bi rû man. Cotkarên ku nikarin çandinîye bikin, dîyarkirin ku ew ji dewletê ji bo ziwabûnê piştgirîyê hêvî dikin. Serokê Koordînasyona Odeyên Ziraetê ya Bajarê Amedê Mehmet Cevat Delîl, di derbarê ziwabûnê de nirxandinan kir û dîyarkir ku ji serê meha Hezîranê vir ve ziwayîyê bandora xwe nîşan daye û ji bo piştgirîyê ji Wezaretê re gilîyên xwe ragihandine.