Li Amedê di lêgerîna li ser cotgehekê de sotemenîya qaçax hat dîtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di encama lêkolînên ku hatin kirin de li Taxa Alangorê di lêgerîna ku li cotgeha gumanbarê bi navê M.K.A de hat kirin, 40 hezar lître nefta qaçax di 3 depoyan de hat girtin. Derbarê gumanbarê ku di bûyerê de hatîye girtin de lêpirsîn hat destpêkirin.