Li navenda Colemêrg û navçeya Geverê ji ber barîna berfê îro perwerdeya sewqê hat rawestandin.
Di daxuyanîya li ser hesabê medyaya civakî ya Midûrîyeta Perwerdehîya Neteweyî ya Bajêr da hat destnîşankirin ku li gor biryara Lîjneya Tenduristîyê ya Bajêr îro li navenda bajarê Colemêrg û navçeya Geverê li dibistanên di çarçoveya perwerdeya bi hatûçênê da ji ber ku pêşîgirtina astengîyên ku xwendekaran di gîhandina dibistanê de bijîn bên girtin, ji perwerdeyê re rojek betlane hat dayîn