Wezareta Tenduristiyê daneyên heftane yên Covid-19 eşkere kir.
Li gorî tabloya heftane ya Covîd-19ê ya ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hat eşkerekirin, di navbera 18 û 24ê Tîrmehê de hejmara pêketiyan bû 365 hezar û 424. Di nava hefteyekê de 157 nexweşan jiyana xwe ji dest dan, karantîna û tedawiya 265 hezar û 962 kesan bi dawî bû. Bi vî awayî ji destpêka şewbê heta niha hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 99 hezar û 341an. Hejmara kesên bi vîrusê ketin derket 15 milyon û 889 hezar û 495an.