Çalakîya xebatkarên DEDAŞ'ê di roja 8emîn de jî berdewam e û di navbera karkeran û DEDAŞ'ê de lihevkirin çênebû.
Çalakîya xebatkarên DEDAŞ'ê di roja 8emîn de jî berdewam e û di navbera karkeran û DEDAŞ'ê de lihevkirin çênebû.
Xebatkarên Şrîketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAS) ji 21'ê Tîrmehê û vir ve ji bo mûçe û şert û mercên xebatê bên başkirin, çalakîya xwe didomînin.
Piştê ku danê sibehê şefê DEDAŞ'ê Ebubekir Tîvnîklî hat Midûrîyeta DEDAŞ'ê ya Amedê, maşîneyên kar ên DEDAŞê û TOMA anîn qada ku karkeran çalakîya rûniştinê lidardixistin.
Karkerên ku danê sibehê demjimêr di 08:00an de dest bi çalakîyê kirin, dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Em kedkar in, em mafdar in, em ê mafên xwe bi dest bixin", "Bila karkerên ji kar hatine avêtin li karê wan bên vegerandin" berz kirin, û bi çepik û tilîlîyan protesto kirin.
Ekîbên karkerên arîzayê yên DEDAŞ'ê dema bi siwareyê ketin avahîyê li qorneyê xistin û pişgirî dan çalakîyê.