Li Rihayê di qezaya trafîkê ya ku 2 siware û motorsîkletek tê de bûn de, 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.
Li Rihayê di qezaya trafîkê ya ku 2 siware û motorsîkletek tê de bûn de, 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, qeza li Taxa Durakê ya Navçeya Halfetîyê pêk hat. Di qezaya trafîkê ya zincîrê de, 2 jê giran 9 kes birîndar bûn. Mehmet Subaşi (23) û Mehmet Kiliç (18) ku di bin tedawîyê de bûn, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên Subaşi û Kiliç ji bo karên otopsîyê birin morgê. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.