Ukraynayê ragihand ku, di êrîşên artêşa Rûsyayê de 205 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 362 zarok jî birîndar bûne.
Ukraynayê ragihand ku, di êrîşên artêşa Rûsyayê de 205 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 362 zarok jî birîndar bûne. Serdozgerîya Ukraynayê ragihand ku di encama bombebarana artêşa Rûsyayê de, zêdetirî 1000 saziyên perwerdehîyê zirar dîtine û 95 ji wan bi temamî hatine hilweşandin. Li gor daxuyanîyê, ji 24ê Sibatê ku Rûsyayê dest bi êrîşên xwe kiriye, 205 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 362 zarok jî birîndar bûne.