GARO PAYLAN Ê HDP'YÎ: EV 7 SAL IN HEMAN PÊŞNÎYARÊ DIDIM
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, dîyar kir ku piştê pêşnîyara bi sernavê "Naskirina Qirkirina Ermenîyan, Rakirina Navên Kiryarên Yê Qirkirinê ji Raya Giştî" pêşkêşê Serokatîya Meclisê kir, hat lînçkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan, dîyar kir ku piştê pêşnîyara bi sernavê "Naskirina Qirkirina Ermenîyan, Rakirina Navên Kiryarên Yê Qirkirinê ji Raya Giştî" pêşkêşê Serokatîya Meclisê kir, hat lînçkirin. Pêşnîyara ku ji alîyê Serokatîya Meclîsê ve bi hinceta ku rêziknameya qanûnê binpê dike hat vegerandin û bi taybetî di nava desthilatdarîyê de bû sedema bertekan. Paylan dîyarkir ku her sal heman pêşnîyarê dike, lê îsal hatîye lînçkirin." Parlamenterê AKP’ê yê Agirîyê Ekrem Çelebî jî wiha got; "Divê parêzbendîya Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan ê ku pêşnîyarê ji bo naskirina qirkirina Ermenîyan pêşkêş kir, bê rakirin û divê partîya wî Paylanê îxrac bike."