Li Navçeya Kayapinara Amedê, Navenda Tenduristîya Derûnî ya Civakî hat vekirin.
Li Navçeya Kayapinara Amedê, Navenda Tenduristîya Derûnî ya Civakî hat vekirin. Navenda Tenduristîya Derûnî ya ku li Kolana Mezopotamyayê ya Navçeya Kayapinarê hat vekirin, wê girêdayê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê be. Li Navenda Tenduristîya Derûnî wê ji bo nexweşên şîzofrenîyê û nexweşên bi vî rengî yên psîkosomatîk, û nexweşîyên derûnî, xizmetên piştgirîya derûnî bê dayîn. Hat dîyarkirin ku wê li Navenda Tenduristîya Derûnî, psîkiyatrîst, psîkolog, xebatkarên civakî û hemşîre xizmetê bikin.