YSP’Ê ÎDÎAYA KU WÊ LI AMEDÊ 50 GUND DI BIN AVE DE BIMÎNE! ANÎ ROJEVA MECLÎSÊ
Parlamenterê Partîya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren, derbarê îdîayên ku divê wê di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê de li Gelîyê Godernê ku Santrala Hîdroelektrîkê ya Bendava Farqînê tê plankirin, 50 gund û şelala di nav di nav sînorên Pasûr, Licê, Farqîn û Hezroyê de bi tevlê Gelîyê Godernê yê dîrokî û ekolojîk jî, wê di bin avê de bimîne, pirsnameyek pêşkêşê Meclîsê kir.

Bi daxwaza Wezîrê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Yûmakli bersivê bide, wiha hat pirsîn, “Bi giştî lêçûna bendavê çi ye? Bandorên neyînî yên bendavên li gelîyê Gelîyê Godernê û HES'ên li herêmê tên çêkirin çi ne? Gelo ma rast e, 50 gundên di nav sînorên Pasûr, Licê, Farqîn û Hezroyê de wê di bin avê de bin an na? Ji ber ve rewşê gelo çend kes ji wê herêmê ji neçarî cîhê xwe terk dikin?