Amadekarîyên ji bo 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevanîyê ya Karker û Kedkaran, bênavber didomin.
Amadekarîyên ji bo 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştevanîyê ya Karker û Kedkaran, bênavber didomin.
Li Amedê 1'ê Gulanê danê nîvro demjimêr di 12.00'an de li Qada Derê Çîya bi şîara "Êdî kevirê sebrê qelişî" tê pîrozkirin.
Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê ku derbarê amadekarîyên 1'ê Gulanê de daxuyanî da.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Em ê ji bo dewlemendkirina sermaya çavbirçîyan û piştgirên hikûmetê, bi polîtîkayên ku hiqûq, edalet, xweza û gelan tune dihesibîn e, bi ruhê edaletê li qadan bin û jê re bibêjin êdî bes e."