Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar da ku wezîrên ku bûne namzedên parlementoyê, pêwîstî bi îstifakirina tune ye.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar da ku wezîrên ku bûne namzedên parlementoyê, pêwîstî bi îstifakirina tune ye.
Partiyên muxalefetê serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê dabûn ku wezîrên ku bûne namzet ji bo parlamenteriyê îstifa bikin, ger îstifa nekin namzetiya wan nayê qebûlkirin. YSK'ê piştê lêkolîna serlêdanê îtîraza muxalefetê red kir. Di biryarê de hat destnîşankirin ku wezîr, ji ber cudahiya rê û rêbazên tayînkirinê û sondxwarinê li Meclîsê nikarin weke wezîfedarên giştî bên hesibandin. Ji bilî Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, 16 wezîrên di kabîneyê de ji lîsteyên AK Partiyê bûne namzetên parlementeriyê.