Li Amedê keçeke ciwan a ku ji balkona mala xwe ket, bi giranî birîndar bû.
Li Amedê keçeke ciwan a ku ji balkona mala xwe ket, bi giranî birîndar bû.
Di bûyera ku danê nîvro li Taxa Bariş a navçeya Kayapinara Amedê pêk hat de, keçeke ciwan a 16 salî ji ber sedemeke ku nehat zanîn ji balkona mala xwe ya li qata 6emîn ket xwarê û bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirina hemwelatîyên derdorê, ekîbên tenduristîyê û polês sewqê cihê bûyerê bûn.
Tîmên tenduristîyê, keça ciwan a bi giranî birîndar ji bo dermankirinê şandin nexweşxaneyê. Ekîbên polêsan derbarê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.