Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 757’an a çalakîya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku 29 sal in tu agahî jê nayên wergirtin pirsîn.

Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Mehmet Tahîr Saçakli di daxuyanîyê de axivî û dîyar kir ku ew ji bo pêkhatina edalet û heqîqetê têdikoşin.
Endamê Lijneya Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz, çîroka Îbrahîm Kartay ê li Licê ji dayik bûye û di sala 1994'an de, piştê ku li gundê Gomeç ê Hênê hatîye binçavkirin, binçavkirina wî hatîye înkar kirin û 29 sal in agahî jê nayê girtin, parve kir. Daxuyanî, bi çalakîya rûniştinê bi dawî bû.