2 gumanbar li Rihayê guh neda hişyarîya "raweste" û çek bera nobedaran da û revîyan. Dema şopandinê de nobedaran bi çek bera pîyê gumanbaran da û wan zeft kirin.
Li Rihayê 2 gumanbarên ku guh nedan hişyarîya 'Raweste' bi çek bera wan dan û hatin girtin.
Bûyer bi şev li taxa Sulemanîye ya Rihayê pêk hat. Hat îdîakirin ku nobedarên şevê xwestine 2 kesên ku gumana wan heye rawestînin, lê kesên gumanbar çek teqandine û revîyan e.
Gumanbar Îbrahîm T. û Ahmet B. yên ku di dema şopandinê de tevê hişyarîyê jî revîyan, di encama gulebarana nobedaran de ji pîyê xwe birîndar bûn û hatin girtin. 2 kesên birîndar ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê. Hat dîyarkirin ku xetereya tenduristîya 2 gumanbaran tune ye.
Ekîban cîhê bûyerê kontrol kirin û 2 çekên bê ruxset bidestxistin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.