Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, dîyarkir ku bûyerên Kovîd-19’ê li zêdetirê 100 welatan zêde bûne.
Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, dîyarkir ku bûyerên Kovîd-19’ê li zêdetirê 100 welatan zêde bûne.
Ghebreyesus, di daxuyanîya xwe de dîyarkir ku binecureyên Kovîd-19’ê, bûye sedema zêdebûna bûyeran û wiha berdewam kir; "Li 110 welatan bûyer zêde dibin û bi giştî bûyerên gerdûnî jî ji sedî 20 zêde dibin." Ghebreyesus, dîyarkir ku şewba Kovîd-19’ê hê bi dawî nebûye û dîyarkir ku bi saya derzîyan, 20 mîlyon kes ji nexweşîyê xilas bûne. Ghebreyesus her wiha dîyarkir ku armanca derzîlêdanê ya ji sedî 70, tenê li 58 welatan pêk hatîye û ne pêkan e ku welatên xizan vê yekê pêk bînin.