Li Stenbol, Enqere û Rihayê vê sibehê di serdegirtina malan a xebatkarên çapemenîyê de 9 rojnamevan hatin binçavkirin.
Li Stenbol, Enqere û Rihayê vê sibehê di serdegirtina malan a xebatkarên çapemenîyê de 9 rojnamevan hatin binçavkirin. Li Stenbolê di serdegirtina malan de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşam Enes Sezgîn û xebatkarên Çapemenîya Azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balcî, Şîrîn Ermîş û rojnamevan Erdogan Alayumat hatin binçavkirin.
Li Enqereyê di serdegirtina malan de nûçegihanê MA Mehmet Aslan, li Rihayê jî nûçegihanê MAyê ê berê Dogan Kaynak di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Hevdîtina parêzeran ji bo xebatkarên çapemenîya girtî hat astengkirin.