Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk derbarê zarokên ku di erdhejên Mereşê de wenda bûne an jî malbatên wan ne dîyar in de daxuyanî da.
Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk derbarê zarokên ku di erdhejên Mereşê de wenda bûne an jî malbatên wan ne dîyar in de daxuyanî da.
Wezîr Yanik wiha got, “Zêdetirî 200 zarokên me yên nasnameya wan ne dîyar hen e. Me ji hezar û 788 zarokên xwe yên bêkes hezar û 225 zarok teslîmê malbatên wan kir. 479 jê hêj li nexweşxaneyê tên dermankirin. 84ê wan jî li sazîya wezareta me ne. Em zarokên xwe, ji nêz ve dişopînin. Ne tenê li nexweşxaneyê, em nasnameya zarokên xwe yên di bin xirbeyan de mirine jî dîyar dikin û agahî didin malbatan. Derbarê zarokên winda de dezenformasyon tên belavkirin. Ji bo ku zarokên me sax bin û paşê teslîmê malbatên wan bikin, em pir bi baldarî dixebitin."
Di dawîya axavtina xwe de jî Wezîr Yanîk wiha got, “Em weke dewlet ne mimkûn e zarokekî bêkes bi her awayî bidin komele, weqf û rêxistinên sivîl.”