Çalakîya ku ji alîyê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ve bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tevî baranê, di hefteya 698'an de berdewam kir.
Çalakîya ku ji alîyê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ve bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" tevî baranê, di hefteya 698'an de berdewam kir.
Di çalakîya vê hefteyê de çîrokên Uzm. Dr. Mehmet Emîn Ayhan û xebatkarê tenduristîyê Hamît Pamuk ên ku di Hezîrana 1993'an de, bi hevalê xwe Îkram Han re li Rezanê hatin kuştin, hatin parvekirin. Daxuyanî, ji alîyê Endama Lîjneya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê parêzer Derya Yildirim ve hat xwendin. Yildirim, dîyarkir ku di van her du bûyerên cuda de ku 2 xebatkarên tenduristîyê û welatîyekî sivîl jîyana xwe ji dest dan, kiryar ji alîyê kesên derdor ve hatin teşhîskirin lê tevî hemû serlêdanan jî her du bûyer weke dosyayên kiryar nedîyar man.
Daxuyanî, piştê çalakîya rûniştinê bi dawî bû.