Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mexdûrên erdhejê yên birîndar de agahîyên nû parve kir.
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mexdûrên erdhejê yên birîndar de agahîyên nû parve kir.
Di erdheja bi lerza 7,7 û 7,6 ya ku di 6ê sibatê da qewimîn û li 11 bajaran bandor kiribûn de, herî kêm 48 hezar û 448 kesan jîyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn.
Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî agahî da û wiha got: "Tedawîya mexdûrên erdhejê yên 9 hezar û 881 mexdûran hê jî li nexweşxaneyan berdewam dikin. Bajarên ku herî zêde birîndar lê hene; Enqere, Stenbol, Edene, Entab û Antalya ye."