Xizmên gumanbarên ku li Amedê ji ber sûcên cuda hatin girtin, li derketina edliyeyê êrîşî wesayîta girtîgehê û mînîbusa polêsan kirin.
Xizmên gumanbarên ku li Amedê ji ber sûcên cuda hatin girtin, li derketina edliyeyê êrîşî wesayîta girtîgehê û mînîbusa polêsan kirin.
Bûyer li ber derîyê derketina Edlîyeya Amedê ya li Kolana Prof. Dr. Selahattîn Yazicioglu ya navçeya Yenîşehîrê pêk hat.
Hin gumanbarên ku ji ber sûcên curbecur di operasyonên polêsan ên li bajêr de hatibûn binçavkirin, li dadgehê hatin girtin. Xizmên gumanbaran ku ji nêzê 30 kesan pêk dihat û jin jî di nav de li ber derîyê edliyeyê rawestîyan, dema derdiketina wesayîta ku girtî têdene û siwareya polêsan re bi kevir, kulm û pehîna êrîş kirin.
Koma êrîşkar bi hatina ekîbên polêsan ên ku sewqî herêmê hatin kirin belav bû. Demên êrîşê bi kamerayên telefonên destan hatin kişandin.