Li xaçerêya Balafirgeha ser rêya Mûş-Bedlîsê de ye qezaya trafîkê çêbû.
Hat dîyarkirin ku dema ajovanê wesayîtê karkerên tekstîlê dibir kuçîk derketîye pêşîya wesayîtê û ajovan manevra kirîye. Di wê kêlîyê de wesayît qelibîye û li refujên rê ketîye. Di encama qezayê de 2 ji wan giran, 13 karker birîndar bûn. Birîndar piştê dermankirina pêşîn a ji alîyê ekîbên 112’ê ya li cihê bûyerê, rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.