Bi zêdebûna market û bazarên zincîrê re, li Amedê hejmara dikanên li taxan jî kêmbûne.
Bi zêdebûna market û bazarên zincîrê re, li Amedê hejmara dikanên li taxan jî kêmbûne.
Serokê Yekîtiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglu, derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku ji ber market û bazarên zincîrî, ji bo dikandarên me yên li taxan li ser piyan bimînin pir diberxwedan e û wiha got: “Li Amedê hejmara dikanên li taxan ku hatine qeydkirin 10 sal berê derdora 5 hezar û 500 bû, lê niha daketiye 2 hezarî. Hêza me nîne ku em bi sermaya navneteweyî reqabetê bikin.”
Ebedînoglu wiha berdewam kir: “Reqabeteke ne adil heye. Niha em hewl didin zextê li hikûmetê bikin. Em ji bo derxistina yasaya bazirganiyê dixebitin. Ger qanûna firotina perakende bê derxistin teqez wê pêşbaziya neadil ji holê rabe. Divê em li esnaf û dikandarê taxan xwedî derkevin.”