WESAYÎTÊN ŞAREDARIYÊ WÊ DI CEJNÊ DE BÊPERE BE
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, biryar da ku di Cejna Qurbanê de xizmeta çûnûhatina gel bêpere bike.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, biryar da ku di Cejna Qurbanê de xizmeta çûnûhatina gel bêpere bike. Li gor biryara ku ji alîyê Midûrîyeta Gihandinê ve hatiye girtin; Di Cejna Qurbanê ya 4 rojan de ku 9’ê Tîrmehê roja Şemîyê dest pê dike û di 12’ê Tîrmehê roja Sêşemê diqede, şaredarî wesayîtên çûnûhatinê yên xelkê, bêpere bike. Hat dîyarkirin ku Şaredarîya Bajarê Mezin wê otobûsan bi hemû kapasîteya xwe bidin xebitandin.