Werzişvanên judoyê yên Şaredarîya Bajarê Amedê, di pêşbirkên "Şampîyonîya Tirkîyeyê ya Mini Lîgê" ya ku di navbera 24 û 28ê Tîrmehê de li Fethîyeya navçeya Muglayê hat lidarxistin de derece wergirtin.

Di pêşbirkên fînalê yên Şampîyonîya Lîga Mînî ya Tirkîyeyê de, ji werzişvanên judoyê yên mêr ên DBByê Mehmet Zahît Çelîk, di 26 kîloyan de madalyaya zîv bi dest xist û di rêza duyemîn a Tirkîyeyê da cih girt.
Li alîyê din Rabîa Bîlîcî bi 44 kîloyan di rêza pêncemîn de cih girt. Bi vê awayê werzişvanên DBByê îsal di şampîyonîya Balkanan û 9 şampîyonîyên Tirkîyeyê yên ku beşdarê wan bûne de derece bi dest xistin.