Meşa "Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê ya Navneteweyî" ku tê plankirin di 25'ê Mijdarê (îro) de li Amedê bê lidarxistin, hat qedexekirin.
Meşa "Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê ya Navneteweyî" ku tê plankirin di 25'ê Mijdarê (îro) de li Amedê bê lidarxistin, hat qedexekirin.
Walîtiya Amedê ragihand ku ji bo çalakiya bi navê "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê ya Navneteweyî" ku gelek komeleyên piştevanîya jinan, rêxistinên sivîl, parlamenter û nûnerên partiyên siyasî yên li bajêr xwestine bal bikşîne ser "kuştin û şîdeta li ser jinan zêde dibe" ji bo wê çalakî li dar bixin, qedexe hatiye danîn.
Di daxuyaniya walîtiyê de, meşa 'Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê ya Navneteweyî' ku dihat plankirin saet di navbera 16:00-19:00 de bê lidarxistin, bi hinceta ku bi armanca çalakiya girseyî bê lidarxistin, hat qedexekirin.