Di danişîna doza Weqfa Hîranûr ku bi îstîsmara zaroka bi navê H.K.G. bûbû rojev, biryara berdewama girtina faîl Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hat dayîn û danişîn taloqê 17’ê tîrmehê hat kirin.
Di danişîna doza Weqfa Hîranûr ku bi îstîsmara zaroka bi navê H.K.G. bûbû rojev, biryara berdewama girtina faîl Yûsûf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî hat dayîn û danişîn taloqê 17’ê tîrmehê hat kirin.
Damezrînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Zîya Gumuşel, zaroka xwe ya 6 salî ya bi navê H.K.G bi Kadîr Îsteklîyê 29 salî re bi nîkaha olî zewicandibû. Derbarê zaroka ku rastê îstîsmar û destdirêjîyê hatîye Bavê wê Yûsûf Zîya Gumuşel, Kadîr Îsteklî û dêya wê Fatma Gumuşel tên darizandin. Gumuşel û Kadîr Îsteklî girtî û dayik Fatima Gumuşel jî negirtî jê tên darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya Anadolûyê hat lidarxistin. Di danişinê de biryar derneket û doz taloqê 17'ê tîrmehê hat kirin.