WALÎTÎYA AMEDÊ SÎNORÊN 2 TAXÊN FARQÎNÊ GUHERT
Walîtîya Amedê ragihand ku sînorên taxên Beypinar û Kutlualan ên navçeya Farqînê hatine guhertin.
Walîtîya Amedê ragihand ku sînorên taxên Beypinar û Kutlualan ên navçeya Farqînê hatine guhertin. Walîtîya Amedê di daxuyanîya xwe de sedema guherandina sînorê taxê eşkere kir de wiha got: “Şaredarîya me derbarê dîyarkirina sînorên Taxa Beypinarê ji Midûriyeta Kadastroya Amedê personelên teknîkî xwest. "Di encama dîyarkirina cîhên ku hatin nîşandan de nexşerêya sînorê taxê hat amadekirin û raporek hat girtin. Her wiha ji bo dîyarkirina sînorê Taxa Beypinarê tu îtîraz tüne pêk nehatîye."