Navenda Texmîn û Hişyarîya Hewayê ya Amedê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, ji bo navenda Amedê û hin navçeyên wê hişyarîya baranê da.
Navenda Texmîn û Hişyarîya Hewayê ya Amedê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, ji bo navenda Amedê û hin navçeyên wê hişyarîya baranê da.
Di daxuyanîya Midûrîyeta Meteorolojîyê ya Amedê de hat dîyarkirin ku li gor texmîn û nirxandinên dawî, wê li herêmê hewa ewrayî be û wê baran bibar e.
Tê texmînkirin ku li navçeyên Pasûr, Hezro, Farqîn, Bismil, Licê, Hênê û Karazê piştê nîvro li herêmê bi hêz wê baran bibare. Hat dîyarkirin ku divê li hember neyînîyên wek lehîyên ji nişka ve, vedana birûskê, ba û bahoza demkurt û astengîyên di çûnûhatinê de baldar û hişyar bin. Hat dîyarkirin ku tê nirxandin germahîya hewayê bi qasê 2 û 5 pile kêm bibe.