Hat dîyarkirin ku di dosyaya doza rojnamevan Sedat Yilmaz ê ku ewil danişîna wî sibê li Amedê bê dîtin de wêneyê ku bi keça wî re hatîye kişandin jî heye.
Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz ê ku di 29'ê Nîsanê de li Amedê hatibû binçavkirin û di 3'ê Gulanê Roja Azadîya Çapemenîyê ya Cîhanê de hatibû girtin, bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" û “avakirin û rêvebirina rêxistinê” wê sibê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derkeve pêşberê dadger.
Di îdîanameya ku ji 44 rûpelan pêk tê de derbarê Yilmaz de seyahat, otêl, telefon û pereyê ku li hesabê wî nehatîye razandin tê sûcdarkirin. Di îdîanameyê de nûçeya wî wekî "qaşo nûçe" hat binavkirin û wêneyê ku bi keça xwe re kişandîye jî di dosyeya wî de cîh girt.