Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag, ragihand ku ew ê di hilbijartina 28ê Gulanê de piştgirîyê bidin Kiliçdaroglu.
Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag, ragihand ku ew ê di hilbijartina 28ê Gulanê de piştgirîyê bidin Kiliçdaroglu.
Namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, danê sibê çû serdana Navenda Giştî ya Partîya Zafarê û bi Serokê Giştî yê Zaferê Umit Ozdag re hevdîtin pêk anî.
Civîna navbera Kiliçdaroglû û Ozdag bi qasî 50 deqeyan ajot. Piştê hevdîtinê her du serokan li ber kamerayan daxuyanî dan çapemenîyê. Ozdag ragihand ku ew wê di hilbijartina 28ê Gulanê de piştgirîyê bidin Kemal Kiliçdaroglû.