Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) yasaya ku destûr dabû mêr û zarok ji bo redkirina zayendê serî li dozgerîyê bidin, lê ev derfet ji dayîkê re nehat dayîn, wekê neqanûnî ye betal kir.
Li gor biryara ku di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin, Dadgeha Malbatê ya 18emîn a Enqereyê, di dosyaya ku di ber çavan re derbas kirîye de, di şîroveya yekem a xala 286ê ya Qanûna Medenî ya bi hejmara 4721ê de wiha gotîye:
“Mafê redkirina zayendê ji mêr û zarok re hatîye dayîn, lê ji dayîkê re nayê dayîn" bi hinceta ku ev yek li dijî Destûra Bingehîn e, ji bo betalkirinê doz vekir.
Di daxwaznameyê de hat dîyarkirin ku ev rewş bi prensîbên hiqûq û wekhevîyê re nagunce û ji bo dayîk bi daxwaza redkirina zayendê serî li meclîsên darazê nede, wek binpêkirina azadîya lêgerîna edaletê ye.
Dadgeha Bilind a ku li ser daxwazê niqaş kir, biryar da ku hukmê qanûna ku tê behs kirin betal bike û biryara betalkirinê jî piştê 9 mehan bikeve merîyetê.