Tifaqa Ked û Azadîyê bi fermî ragihand ku ew ê di hilbijartinan de piştgirîyê bidin Kiliçdaroglu.
Tifaqa Ked û Azadîyê bi fermî ragihand ku ew ê di hilbijartinan de piştgirîyê bidin Kiliçdaroglu.
Tifaqa Ked û Azadîyê derbarê Hilbijartinên Serokomarîyê û hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Di daxuyanîyê de wiha hat gotin, “Me biryar da ku em ê di hilbijartinên serokomarîyê yên ku wê di 14ê Gulana 2023an de bên kirin de piştgirîya Kemal Kiliçdaroglû bikin.
Di vê hilbijartina dîrokî de; Em bang li gelên Tirkîyeyê dikin ku di hilbijartinên parlementoyê de dengê xwe bidin Tifaqa Ked û Azadîyê û di hilbijartinên Serokkomarîyê de jî dengê xwe bidin Kemal Kiliçdaroglu.”