Odeya Nanpêjvanan a Amedê piştê lêçûn ku zêde bû biryara zema nan da.
Odeya Nanpêjvanan rêjeya nû ya nirxê pêşkeşê Walîtîya Amedê kir û tê payîn ku walîtî jî di nava çend rojan de biryara xwe eşkere bike.
Li Amedê tê payîn ku 400 gram pîde, lavash, nanê bi kepek û genim ji 12 lîreyan bibe 16 lîre, nanê somin ê 200 gram jî ji 6 lîreyan bibe 8 lîre. Tê payîn ku di nava çend rojan de buha bên dîyarkirin.