Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, hemû parên şaredarîyê yên li Herêma Pîşesazîya Organîze û Herêma Pîşesazîya Pispor a Tekstîlê radestê serokatîya di nava walîtîyê de kir.
Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, hemû parên şaredarîyê yên li Herêma Pîşesazîya Organîze û Herêma Pîşesazîya Pispor a Tekstîlê radestê serokatîya di nava walîtîyê de kir.
Bi biryara ku di 14ê mijdarê da hat girtin, Meclîsa şaredarîyê ku ji çend memûrên tayînkirî pêk tê, ji sedî 33 parên Herêma Pîşesazîya Organîze ya Karacadagê (OSB) û ji sedî 13 jî parên Herêma Pîşesazîya Pispor a Tekstîlê yên şaredarîyê, ji Midûrîyeta Şopandin û Koordînasyona Veberhênanê (YÎKOB) ku di bin Walîtîya Amedê de xebatên xwe didomîne re dewr kirin.
Di biryarê de ji bo dewra parên şaredarîyê tu hincet nehat dayîn.