Bi guhertina nirxê nefta Brent û dovîzan re, guherandina bihayê benzîn û mazotê berdewam dike.
Bi guhertina nirxê nefta Brent û dovîzan re, guherandina bihayê benzîn û mazotê berdewam dike.
Ji ber ku bihaya petrola Brent daket asta 79 dolarî, tê bendê kirin ku di koma mazotê de ji 8ê kanûnê û pê ve lîreyek û 88 quruş, di koma benzînê de jî 2 lîre û 13 quruş erzanî bibe. Li gorê bihayên pompa sotemenîyê yên heyî; Li Amedê lîtreya mazotê bi 23 lîre û 64 quruşan, lîtreya benzînê jî bi 20 lîre û 83 quruşan tê firotin.