Li Amedê dayika 4 zarokan ji alîyê hevserê xwe yê ku di pêvajoya hevdûberdanê de bû hat qetilkirin.
Li Amedê dayika 4 zarokan ji alîyê hevserê xwe yê ku di pêvajoya hevdûberdanê de bû hat qetilkirin.
Di bûyera ku serê sibê li taxa Peyasê ya navçeya Kayapinara Amedê pêk hat de, Ayşe Altan a ku ev 3 meh bû di pêvajoya hevdûberdanê de bû û li mala malbata xwe dima, ji alîyê Abdûlhamît Altan ve rastê êrîşa çekdarî hat.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê bûn û dîyar kirin ku Ayşe Altan mirîye.
Cenazeyê jinê ji bo otopsîyê birin morga Sazîya Tiba Edlî (ATK). Hat dîyarkirin ku kujer Abdulhamit Altan ê ku tê îdîkirin revîyaye Mêrdînê, bi tevlê çeka xwe hatîye girtin û binçavkirin. Çar zarokên Altanan xistin bin parastinê.