Leşkerên Îsraîlê di operasyona rizgarkirina rehîneyan a li Gazeyê de neserkeftî bûn.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tugayên Îzzeddîn El-Qassam, derbarê operasyona rizgarkirina rehîneyan a hêzên Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku operasyona rizgarkirina rehîne ya ku ji hêla hêzên Îsraîlê ve li bajarê Gazeyê yê li bakurê Şerîda Gazeyê hat lidarxistin, têk çû.
Tûgayên Qassam dîyar kirin ku li herêma operasyonê bi leşkerên dijmin re şer kirine û di encama şer de leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û birîndarkirin û herwiha dest dana ser cebilxaneyan.